Ew perdeya re? û tarî
Ko ji çavên re? û diyarî
Min ji ruwê xwe ki?and
Li ber çavê xwe çirand
Avêt pa? sed çiyayî
Nava hezar dergayî
Min gemera guhê xwe bi zemzemeke nû ?u?t û
Mîkrobên canê xwe bi dermanekî ku?t
Ew kufeyka tûfeylî, ko dil dil de diçirî;
Min kodê de rakir hêlîna wê xirabkir û belavkir
Li rojên derbasbûyî, li rastiyên kevnara,
Li hevalê neheval cara pê?î silavkir
Ew zingara di mejî, ko mejiyê min dimijî, min bi kêrê
Xeritand û bi agir ?ewitand û paqijkir; paqijkir serê
Xwe, min avêt ji derdê xwe bi çavekî bêperde bi guhekî
Bêgemar; di bin ser rêka teze bi mejîkî bêzingar, êdî bi
Dîtina xwe, bi bihîstana xwe bi vana xwe, bi mejî û bi
Rêveçûna xwe jî, ez bûm însanek nû, perestekê oleke nû
û di bajarê dil de min avakir, keleheke nû
Writer(s): Ciwan Haco, Qedri Can
Lyrics powered by www.musixmatch.com