BILBILÊ DIL?ADÎ
Ey bilbilê dil?adî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
Dengê te ye xwe?tir, ji ney û nay û bilûrê
Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xu?îna dehl û reza ye
Hawê sisîya ji bihna ?emamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu me?ûr e
Karwanê me va bi rê ketî, lê ?evre? û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e
Çar hawîr me diz û kele? in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin
Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e
Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê ?ûr e
Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh ?ev
Geh tarî û dûman e û geh rew?en û nûr e
Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji ?erqê li me da der
Rew?en kirî Kurdistan, bi carek wê seraser
Nî?ana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e
Pi?tê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve ?ûna ?evê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.
Writer(s): Sivan Perwer, Seydaye Tirej, Musbeh Sex
Lyrics powered by www.musixmatch.com